Serokwerzîrê Îsraîlê Benjemin Netanyahu ragihand ku hikumeta wî ji bo “bêçekkirina”başûrê Sûriyê, danûstandinên rasterast li gel Hikumeta Veguhêz a Sûriyê dike.
Benjemin Netanyahu bi rêya telefizyonekê eşkere kir ku ji bo bêçekkirina başûrê Sûriyê danûstandinên ewlehiyê hene.
Her wiha Netanyahu destnîşan kir ku ji axa Sûriyê ya ku ketinê venakişe.
Serokwerzîrê Îsraîlê ragihand ku parastina durziyan, beşeke bingehîn a lihevkirinên muhtemel e.
Li gorî Netanyahu serkeftinên Îsraîlê li ser Hizbullahê, rê li pêşiya derfetên nû yên pêkanîna aştiyê bi Sûriyê re vekir.



