Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurdistaniyên li Berlinê re civiya.
Di civînê de nîqaşên têkildarî peymana 10ˊê Adarê ku weke bingeha diyalogê ye, avakirina pergala demokratîk a nenavendî ku beşdariya tevahî Sûriyeyiyan misoger dike, hatin kirin.
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurdistaniyên li paytexta Almanyayê Berlinê re li Navenda Komeleya Kurdistanê civiya. Di civînê de bi berfirehî li ser pêşdeçûnên siyasî li tevahî Sûriyeyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi taybet nîqaş hatin kirin.
Şandeyê di civînê de diyar kir ku peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin bingeha diyalogê ye.
Di civînê de girîngiya avakirina pergala siyasî ya nenavendî ya pirrengî ku beşdariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê misoger dike hate nîqaşkirin. Li kêlek wê jî girîngî ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn.
Ev hevdîtin di çarçoveya tûra dîplomasî û Ewropî ya ku Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 6ˊê Îlonê daye destpêkirin de pêk tê. Şandeyê di tûra xwe de bi gelek aliyên hiqûqî û jinan re, bi parlamenterên Fransayê re hevdîtin kirin û tev li semîner û festîvalên çandî û hunerî bû.
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyon.



