Thursday 2026/06/04
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

QSD’ê derbarê rewşa dawî ya şerê li dijî DAIŞ’ê daxuyaniyek parve kir

September 22, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
QSD’ê derbarê rewşa dawî ya şerê li dijî DAIŞ’ê daxuyaniyek parve kir
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Giştî ya QSDˊê diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan heta 20ˊê Îlonê, şaneyên çeteyên DAIŞˊê li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 153 êriş pêk anîne.

Berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebcer Dawûd li ser navê Fermandariya Giştî ya QSDˊê der barê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞˊê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniya berdevkê fermî yê QSDˊê ya li bajarê Hesekê de, wiha hate gotin:

“Ji destpêka krîza Sûriyeyê ya 2011ˊan ve û dûre valahiya ewlehiyê, rêxistinên tundraw berfireh bûn, di serî de rêxistina DAIŞˊê ya terorîst. Van rêxistinan ev valahî kir firsend û li dijî hebûna gelên herêmê gefek çêkir, qetilkirin, wêrankirin û koçberkirin pêk anîn û veguherî xetereyeke cîhanî, sînorê Sûriyeyê û herêmê derbas kir.

Ji bo rûbirûbûna vê gefê, QSDˊê bi hevkariya aktîf a Koalîsyona Navneteweyî yek ji şerê serdemê yê herî dijwar li dijî terorê da meşandin. Ji şerê Kobanê ku nuqteya veguherînê çêkiriye ve, heta bi rizgarkirina Reqayê qaşo “paytexta xîlafetê” ya îdiakirî, heta bi şerê Baxozê ku baregeha dawîn a terorê bû û dûre operasyonên berdewam ên li Dêrazor, Hesekê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şervanên me vîna xurt û şiyana profesyonel a bilind îsbat kir. Sazûmaniya rêxistinê ya DAIŞˊê têk bir, piranî cihên lê xurt ziwa kirin.

Ruxmî zirarên mezin ên pê bûne jî hîna DAIŞ hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Di vê yekê de sûdê ji rewşa aloz a li gelek herêmên Sûriyeyê, ji hin jîngehên nearam ên li derveyî herêmên di bin kontrola me de, sûdê werdigire. Lê operasyonên ewlehî û leşkerî yên hêzên me yên bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî nehişt ew careke din xwe xurt bike, bi dehan hewlên wan ên têkbirina ewlehî û îstîqrara gelên me bi bin xistin.

Di heyama piştî hilweşîna rejîma Baasê ya Şamê de anku ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan heta bi 20ˊê Îlonê, şaneyên rêxistinê 153 caran li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîne. Ew hejmar nîşan dide ew xwe ji û ve bi rêxistin dike û çarçoveya êrişên xwe berfireh dike.

Ji dema têkbirina “xîlafetê” di şerê Baxozê yê 2019ˊan de, awayê çalakiya DAIŞˊê ji “rêxistina dewletê” veguherî torên şane û komên şerê çetetiyê. Bi wê re êrişên xwecihî, sûîqastkirin û çalakiyên tevlêkirinê yên veşartî zêde bûn. Ev guhertin di hejmara bûyeran de diyar bû. Piştî hejmara êrişan di 2020 û 2024ˊan de kêm bû, di 2025ˋan de êrişên terorane zêde bûn.

Bi hevkariya berdewam a bi Koalîsyona Navneteweyî re û bi piştevaniya hêzên me re, hêzên me di 10 mehên borî de rêzeêrişên meydanî û pêşîn kirin, şane bê bandor kirin, bi dehan tawanbar girtin, bi dehan planên êrişkirinê têk birin. Bi wê re şiyana rêxistinê ya pêkanîna êrişên mezin hatin sînordarkirin.

Weke bîlanço, hêzên me bi hemû teşkîlatên xwe yên leşkerî bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî 70 operasyon, (3 jê operasyon paqijkirinê) yên berfireh pêk anîn. Di encamê de, jê 3 serçete, 95 terorîst hatin girtin. Di operasyon de jê 2 serçete, 6 terorîst hatin kuştin. Mîqdareke mezin a çek, cebilxane û belge hatin desteserkirin.

Di êrişên DAIŞˊê de 30 şervanên me şehîd bûn, 12 jî birîndar bûn, 6 sivîl jî şehîd bûn.

Li ser wê bingehê, em QSD van xalên li jêr diyar dikin:

1- Berdewama şerê dijî DAIŞˊê: Xetereya rêxistinê hîna bi dawî nebûye, hîna ew li ser astên xwecih û navneteweyî gefeke cidî ye.

2- Girîngiya hevkariya navneteweyî: Hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re hêmaneke krîtîk di pêşîgirtina vegera DAIŞˊê de ye û em daxwaza piştgiriya operasyon û lojîstîk a zêde dixwazin.

Aramî û tamîrkirin: Têkoşîna lli dijî terorê ji bilî projeyên geşepêdanê û xizmetguzariyê ku hêviyê ji gelên herêmên rizgarkirî re vedigerîne û rê li ber fikra tundraw bigire, temam nabe. Ev yek jî bêyî piştgiriya navneteweyî ya sabit û demdirêj pêk nayê, ji ber ku rewşa herêmê ya ji ber krîza Sûriyeyê ya berdewam zehmet e.

Ji nîşaneyên dawîn diyar dibe ku DAIŞ hîna jî hêzek e ku dikare bi êrişên bêserûber û planên girêk zirarê bide, di heman demê de li herêma me hejmareke mezin ji endamên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan hene. Li ser vê bingehê, hewcedarî bi zexta operasyonelî ya berdewam û hevkariya navneteweyî ji bo çareserkirina vê şerî bi awayekî lezgîn heye.

Di dawiyê de, em bejna xwe li hember şehîdên di oxira parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daye ditewînin, soza xwe ya berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê heta têkbirina wê û misogerkirina siberojeke ewle û aramtir dubare dikin.”

Previous Post

Jinan bi meşekê daxwaziya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Next Post

ÎROJ

Weşana girêdayî

Şaredariya Qamişlo: Em li dijî kesên qanûnan derbas dikin tedbîran bigirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Şaredariya Qamişlo: Em li dijî kesên qanûnan derbas dikin tedbîran bigirin

KNK’ê: Osman Kose ne dîplomat bû, endamekî MÎT’ê bû
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

KNK’ê banga piştevaniya bo xebatên pêşxistina ziman hat kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyona li Hesekê daxuyanî da
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyona li Hesekê daxuyanî da

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye