Li Filîpînan baranên mûsonî û bahozan zêdetirî 100 hezar kes bandor kirin.
Ji aliyê Encûmena Neteweyî ya Kêmkirina Rîska Afatan ve derbarê baranên mûsonî û bahozan de daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku baranên mûsonî û bahozan li herêmên cuda yên welat zêdetirî 28 hezar malbatên ku zêdetirî 100 hezar kes tê de ne, bandor kirine.
Hat diyarkirin ku 187 malbat li navendên koçberiyê hatine bicihkirin, 173 malbat jî bi awayekî demkî li derveyî van navendan dimînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber rewşa hewaya nebaş 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 kes birîndar bûne û 5 kes jî winda ne.
Li gorî daxuyaniya Buroya Meteorolojiyê ya Filîpînan,bahoza Ragasa ku her ku diçe nêzî peravên bakur-rojhilatê Filîpînan dibe, bi hêz bûye.
Tê payîn ku ev bahoz bigihêje Girava Babuyan a welat an jî ji nêzîk ve derbas bibe.



