Serokê Hikumeta veguhêz a li Sûriyê Ehmed El-Şeri ji bo beşardarî civîna civata giştî a NY bibe, li Amerîkayê ye.
Duh serokê Hikumeta veguhêz a li Sûriyê Ehmed El-Şeri gihaşt New York’ê.
Ev serdan ji bo beşdariya civîna civata giştî a NY pêk hat.
Civîna civata giştî, wê di navbera 22 û 30’ê vê mehê pêk were.
Şevê din serokê hikumeta veguhêz bi welatiyên sûrî yên li Amerkîayê dijîn, civiya.
Li wir Ahmed El Şeri axivî û got, bi yekîtiya xwe em dikarin Sûriyê vegerînin cihê wê yê berê.



