Şandeya Awistralyayê, ku bi armanca gera meyîdanî ji bo lêkolîna rewşa siyasî, civakî û mirovî ya herêmê, serdanên xwe dewam dikin.
Îro jî şandeyê serdana Kombûna Jinên Zenûbiya û Rêveberiya xweser li Reqayê kir.
Di serdanan de, herdu aliyan girîngiya çareseriyeke siyasî ya berfireh wekî tekane rêya bidawîkirina krîza Sûriyê tekez kirin.
Şandeya Awistralyayê, bi serokatiya parlamenter David Shoebridge pêk hat.
Di hevdîtinan de, herdu aliyan girîngiya çareseriyeke siyasî ya berfireh wekî tekane rêya bidawîkirina krîza Sûriyê tekez kirin.
David Shoebridge spasiya xwe ji bo ezmûna Rêveberiya Xweser anî ziman û destnîşan kir ku ev ezmûn “hêjayî piştgirî û veguheztinê ye wekî modelek demokratîk a bêhempa li herêmê.
Her wekî spasiya xwe ji bo hewldanên Rêveberiya Xweser di parastina aramiyê û şerê li dijî terorê de anî ziman û rola QSD’ê di têkbirina DAIŞ’ê de diyar kir.



