Di 2 semînerên diyalogê de li ser sosyalîzm û azadiyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li kantona Cizîrê teqezî li ser pêwîstiya avakirina civakeke azad û demokratîk kir ku ji hêla ciwanan ve tê rêvebirin. Her wiha piştrast kirin ku ew dikarin sîstema netewdewletê bi azadkirina hişmendiya gel ji holê rabikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li kantona Cizîrê, bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan, du panêlên diyalogê li bajarên Qamişlo û Hesekê li dar xistin. Di van semîneran de têgehên azadî û sosyalîzmê li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan, bi beşdariya endamên tevgerên ciwanan, hatin nîqaşkirin.
Panêla yekem li otêla El Bistan a bajarê Hesekê bi dirûşma “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Xeta Sor e” hate lidarxistin. Li wir perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser azadî û sosyalîzmê hatin xwendin.
Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Cizîrê Nûr Celo, diyar kir ku sosyalîzma demokratîk rêya avakirina kesayeta azad û civakeke demokratîk e.
Nûr destnîşan kir ku tevî zext û tecrîda giran a dewleta Tirk, lê Rêber Abdullah Ocalan ramanên xwe nû kirin û banga pêkanîna sosyalîzma demokratîk kir.
Di panelê de bi rêya senfiziyonekê analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser azadî û sosyalîzmê û pêwîstiya bicihanîna wan di civakê de, bi taybetî li ser avakirina civakeke azad a ku ji hêla ciwanan ve tê rêvebirin, hatin pêşandan.
Di nîqaşan de, nêrîn li ser pêwîstiya birêxistinkirina ciwanan li dora bîrdoziya sosyalîst a azad û nûjenkirina ramanên wan bi rêya perwerdeyê, li hev kirin.
Her wiha piştrast kirin ku ciwan dikarin bi azadkirina hişmendiya gel sîstema netewdewletê ji holê rakin.
Panêl bi daxuyaniyekê bi dawî bû ku ji aliyê rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Dirbêsiyê Sûzan Semer ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, ev panêla diyalogê ji bo nîqaşkirina bingeha sosyalîzm û azadiyê li dar xist. Gelek xal hatin nîqaşkirin, di nav wan de pirsgirêkên ku ciwan di civakê de pê re rû bi rû dimînin, her wiha sosyalîzm di Manîfestoya Rêber Abdullah Ocalan de û çawaniya sepandina wê di navbera komunan û civakê de ji bo pêkanîna civakek demokratîk û sosyalîst hene.”
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku ew weke tevgerên ciwanan berpirsiyariya belavkirina raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nav civak û ciwanan de dikeve ser milê wan û ew ê têkoşînê bidomînin û xwe pêş bixin da ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi dest bixin.
Panêla duyemîn, ku li parka Azadî ya li Qamişlo hbi dirûşmeya “Bi Ramana Sosyalîzmê, Em ê Ciwanên Azad Ava Bikin” at lidarxistin, hat lidarxistin. Endamên Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan beşdarî panêlê bûn, ku armanca wê xurtkirina têgehên azadî û sosyalîzmê û avakirina aştiyeke civakî ya demokratîk bû.
Di panêlê de senfiziyonek li ser azadî û sosyalîzmê di navbera hemû pêkhateyên civakê de, jiyana Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî hate pêşandan.
Ciwanan, girîngiya sepandina têgehên komînalîzma demokratîk li hember kampîtalîzmê, rizgarkirina jinan ku bingeha avakirina modernîteya demokratîk e, nîqaş kirin.
Ciwanan got, demokratîk û aştî, di bin siya çek de ber nakeve, ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad çareseriya siyasî rêya herî guncew e û divê ciwan we birêxistin bikin, hişmendiya xwe azad bikin û pêşengiya pêvajoya guhertinê bikin.
Panêl bi van pêşniyaran bi dawî bû:
Birêxistinkirina hemû çalakiyên ciwanan ji bo xurtkirina îradeya azad a ciwanan û ramanên Rêber Apo.
Perwerdekirina kadroyên ciwanan li ser bingeheke exlaqî, siyasî û civakî.
Lidarxistina hemû çalakiyên li ser bingeha prensîba komîn û civaka azad.
Avakirina hemû saziyên ciwanan li ser bingeheke exlaqî, siyasî û civakî.
Aktîvkirina rola komînên ciwanan di hemû waran de.
Perwerdekirina ciwanan ji aliyê fikrî û zanistî, ji bo misogerkirina hişmendiya şoreşgerî ya domdar.
Sepandina têgeha “civaka azad” ciwanê azad.
Di dawiya her du panelan de ciwanan gotin, divê pêvajoya bê ber bi avakirina soyaslîmza civaka demokratîk alternatîfê “sosyalîzma netewdewletê ve ya ku di dîrokê de bi bin ketiye, biçe.



