Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kantona Tebqayê bi operasyoneke ewlehiyê 22 gûmanbar girtin, mîqdareke çek û cebilxane, alavên leşkerî û madeyên hişbirê desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 22 kesên tawanbar girtine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku saziyên ewlekariyê û hêzên HATˊê berbagna roja duşemê (22 Îlon 2025) li kantona Tebqayê operasyoneke ewlehiyê li dijî gûmanbaran li dar xist. Di encamê de 22 kes hatin girtin, mîqadareke çek, cebilxane, alavên leşkerî û madeyên hişbirê hatin girtin û wiha ne:
4 klaşînkov, tivingek nêçîrê, 28 cercûrên klaşînkovê, 523 gule, rexta bombeyan, şûrek, xencerek.
Kîloyek û 6 gram krîstal, kîloyek heşîş, 40 hebên tramadol, 92 hezar û 720 hebên Captagonê, 2 pîvera madeyên hişbirê û amûrên bikaranînê.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku operasyonek bi rêk û pêk hat lidarxistin û armanc jî ew e ku îstîqrar û ewlehiya li bajêr xurt bibe û rê li pêş hewlên têkbirina ewlehiyê were girtin.



