Şêniyên bajarê Holê yê kantona Cizîrê der barê xeteriya kampa Holê de fikar û tirsên xwe anîn ziman.
Şêniyan gotin, hebûna hejmareke mezin a malbatên çeteyên DAIŞ`ê li kampê dibe gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya herêmê.
Şahîn El Heran diyar kir ku kampa Holê ji bo herêmê xeterek mezin e û bombeyeke demkî li dijî ewlehî û aramiya wan e û got:
“Di nav kampê de şaneyên DAIŞ’ê hene hewl didin ramanên tundrew belav bikin û DAIŞ’ê vejînin.
Her wiha li kampê hewldanên revê û tevgerên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibi, tên kirin.
Divê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan çareseriyek bilez bibînin.”
Macid El Findî jî desnîşan kir ku hebûna kampê li nêzî bajarê Holê dibe sedema alozî û tirsê û wiha anî ziman:
“Çeteyên DAIŞ’ê her dem dixwazin tevliheviyê bikin. Ev jî dibe sedema têkçûna ewlehiyê.
Divê rayedarên pêwendîdar ji bo veguhestina kampê ji bo devereke dûrî bajarn bi lez tedbîran bigirin.”
Her wiha Xalid Ebdo da zanîn ku kampa Holê bombeyeke mirovî ya demkî ye, ku bandorek neyînî li ser şêniyên bajêr dike û dibe sedema tirs û fikaran.



