Li Fransayê polîsên Fransayê avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û 4 kes binçavkirin.
Li gorî agahiyên ajansa ANF’ê, polîsan li bajarê Draguignan ê Fransayê lêkolîn li avahiya komeleyê dest pê kirin û 4 endamên komeleyê jî li mala xwe hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Draguignanê de hate ragihandin ku serdegirtina polîsan li navendeke civakê nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirn.
Navenda Civakê bang kir ku dest ji krîmînalîzekirina gel û saziyên Kurdan berdin û bang li Kurdistaniyên li Draguignanê jî kir ku xwedî li komeleya xwe derkevin.



