Şandeya ku nameya Rêber Abdullah Ocalan digihîne rûspî û şêxên eşîran, serdanên xwe didomîne. Şandeyê duh jî nameya Rêber Abdullah Ocalan gihand şêxê Eşîra El Raşid.
Şêxê eşîrê daxwaza xwe ya pêkanîna azadiya fîzîkî ji bo Rêber Abdullah Ocalan anî ziman.
Serdanên ji bo gihandina nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo rûspî û şêxên eşîrên Sûriyeyê re, li bajarên kantona Cizîrê didomin.
Duh (22 Îlon) şande ji bo gihandina nameyê serdana şêxê eşîra El Raşid a Sûriyeyê Xewar Hemîd El Hiso yê li gundê Til Stêh ê Qamişloyê kir. Şande ji aliyê şêx ve hate pêşwazîkirin.
Di rûniştinê de şêx Xewar El Hiso diyar kir ku “ew bi nêrîn û dilê xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re ne” û dixwazin demildest fîzîkî bê azadkirin.



