Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li nêzî Moskovê û herêmên din, bi dehan dronên Ukranynayê xistine xwarê.
Rûsyayê da zanîn ku dron ber bi Moskov, Qirim û herêmên din ve ketibûn rê.
Li gorî ajansa Reutersê, şaredarê Moskovê Sergey Sopiyanîn li ser Telegramê belav kir ku yekîneyên parastina hewayî yên Rûsyayê di nava 4 saetan de 15 dron beriya bigihêjin Moskovê, anîne xwarê.
Li herêma Qirimê jî herî kêm 6 dron li nêzî bendera herêmê anîne xwarê.
Li herêma Tola ya Rûsyayê jî 3 dron xistin xwarê û hate diyarkirin ku di encamê de tu ziyanên madî û canî çênebûne.



