Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li dû bidexistina balşafirên F-35 digere.
Erdogan eşkere kir ku di hevdîtina wî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, wê daxwaza kirîna balafirên F-35 bike.
Erdogan ji Fox TV re got ku wê Tirkiyê ji bo kirîna balafirên F-35 yên amerîkî danûstandinan bike.
Bi gotina Erdogan, wê vê mijarê di vê hefteyê de, li gel Trump gotûbêj bike.
Erdogan dibêje ku vê careke din vê mijarê nîqaş bikin. Gerek Amerîka tişta pêwîst derheqê F-35 yan F-16 de bike.
Berî niha di senetoya Amerîkî projeyek hatibû pêşkêşkirin ku bi tu awayî balafirên F-35 bo Tirkiyê neyên firotin û ji hingî ve Tirkiyê li dû wê digere.



