Sibê salvegera şehadeta yek ji kadroyên pêşeng yên Tevgera Azadiya Kurdistanê Riza Altûn e.
Yek ji hevalên wî yên têkoşînê Mistefa Karasû têkoşîn û kesayeta wî nirxand û dibêje, “Li Kurdistanê di pêşketina koma Apocî de rola Şehîd Riza Altûn gelekî girîng bû. Wî heta nefesa xwe ya dawî tevkariyeke gelek girîng li têkoşînê kir.
Cihê hevrê Riza, wê di têkoşîna me de her tim were bîranîn û wê tu carî neyê jibîrkirin.”
Kadroyê pêşeng yê Tevgera Azadiya Kurdistanê Riza Altûn 25’ê Îlonê ya 2019’an di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Bi boneya salvegera şehadeta Riza Altûn yek ji hevalên wî yê têkoşînê Mistefa Karasû li ser têkoşîn û kesayeta wî axivî.
Mistefa Karasû: Li Kurdistanê di pêşketina koma Apocî de rola riza altûn girîng bû
Mistefa Karasû diyar kir li Kurdistanê di pêşketina koma Apocî de rola Şehîd Riza Altûn gelekî girîng bû û got,
“Ji ber ku destpêka pêşketina koma Apocî, hinekî bi derbaskirina astengiyên li pêşberî xwe, bi derbaskirina astengiyên faşîstan çêbû.
Di vê yekê de bandora heval Riza bêguman pir girîng bû. Li Kurdistanê rola wî ya di têkoşîna li dijî faşîstan de pir girîng bû.
Di têkoşîna Hîlwan û Sêwregê de jî rola wî girîng bû. Têkoşîn û berxwedana wî ya di girtîgehê de jî bi heman rengî bû.
Piştî ku ji girtîgehê derket jî, li Kurdistanê beşdarî gelek xebatan bû.”
Mistefa Karasû: Heval Riza heta nefesa xwe ya dawî tevkariyeke girîng li têkoşînê kir
Karasû anî ziman Riza Altûn heta nefesa xwe ya dawî tevkariyeke gelek girîng li têkoşînê kir;
“Dema em dîroka partiya xwe vedibêjin, dema em qala gihîştina têkoşîna azadiyê ya heta vê astê dikin, bêyî nirxandina heval Riza, ev yek nikare bê gotin, wê kêm bimîne.
Di pêşketina têkoşînê û di gihîştina vê astê de, ji destpêkê ve para wî ya mezin heye, rola wî heye.”
Mistefa Karasû: Sekna Riza Altûn wê di nav hebûna felsefeya Apocî de bijî
Karasû da zanîn şehadeta Riza Altûn bandoreke gelek mezin kir û dibêje,
“Sekna wî jî wê ji niha û şûn ve di mîlîtanî, felsefe, çand û têkoşîna jiyana Apocî de bijî.
Wî hemû jiyana xwe da û têkoşînek pir alî meşand. Li ku derê hewceyî çalakiyekê hebûya, Riza li wir dihat erkdarkirin. Bi rastî çalakvan bû, xwînsar û bi sebir bû. Çalakî bi cih dianî.
Cihê hevrê Riza, wê di têkoşîna me de her tim were bîranîn û wê tu carî neyê jibîrkirin.”



