Friday 2026/06/19
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Xamaney: Îranê deriyê danûstandinên bi DYA re li ser bernameya nukleerî girt

September 24, 2025
in CÎHAN
A A
Xamaney: Îranê deriyê danûstandinên bi DYA re li ser bernameya nukleerî girt
Share on FacebookShare on Twitter

Lîderê olî yê Îranê Ayetullah ElÎ Xamaney doh ragihand ku welatê wî dê bi Amerîkayê re danûstandinên rasterast li ser bernameya nukleerî neke.
Xamaney, danûstandinên bi Amerîkayê re wek “rêya bêçare” binav kir.
Almanya jî ragihand ku heta cezayên nû ji bo Îranê bikevin meriyetê wê “hewlên dîplomatîk” berdewam bikin.

Lîderê olî yê Îranê Ayetullah ElÎ Xamaney doh ragihand ku welatê wî dê bi Amerîkayê re danûstandinên rasterast li ser bernameya nukleerî neke.

Ev yek hewldanên dawî yên Neteweyên Yekbûyî ji bo astengkirina vegerandina cezayên li ser Tehranê bi piranî pûç kir.

Gotinên Xamaney ên ku di televîzyona dewletê ya Îranê de hatin weşandin, derfeta Serokomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan, ku li Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, ji bo vekirina rê li ber Amerîkayê zehmet dike.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, beriya ku cezayên roja Yekşemê bikevin meriyetê, li New Yorkê bi dîplomatên ji Fransa, Almanya û Îngilistanê re çend hevdîtin pêk anî.

Xameney: Danûstandinên bi Amerîkayê re rêya bêçare ye

Xamaney, danûstandinên bi Amerîkayê re wek “rêya bêçare” binav kir û got:

“Waşîngton encamê berê diyar kiriye: Rawestandina çalakiyên nukleerî û dewlemendkirina uranyûmê. Ev ne danûstandin e, ev zordarî ye.”

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, piştî hevdîtina bi Arakçî re, di peyamekê de li ser X’ê ragihand ku Parîs, Berlîn, London û Yekîtiya Ewropayê bang li Îranê kirine ku “di nav çend rojan de” gavên ji bo çareserkirina fikarên li ser bernameya nukleerî bavêje.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ku divê Îran bi Amerîkayê re vegere danûstandinên rasterast û destûrê bide Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (UAEA) ku bigihîje hemû sazgehên nukleerî.

Sê welatên Ewropayê, ku wek E3 têne nasîn, ji ber ku Tehran li gorî şertên peymana nukleerî ya sala 2015’an tevnagere, mekanîzmaya “snapback” çalak kirin.

Ev mekanîzma di sala 2015’an de di peymana nukleerî ya di navbera Îran û hêzên cîhanê de hatibû zêdekirin.

Bi awayekî ku li Neteweyên Yekbûyî neyê redkirin hatibû çêkirin.

Di dema destpêkirina vê pêvajoyê de, ger welatên Rojava û Îran di nav 30 rojan de li hev nekiribin, tê payîn ku cezayên li ser Îranê dîsa bikevin meriyetê.

Almanya: Heta cezayên nû bikevin meriyetê wê hewlên dîplomatîk bidomin

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ragihand ku heta cezayên nû bikevin meriyetê jî “hewlên dîplomatîk” dê berdewam bikin.

Beriya vê, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, beriya daxuyaniyên Xamaney, gotibû ku îxtîmala gihîştina lihevhatinekê bi Îranê re heta dawiya hefteyê “pir kêm” e.

Di nav vê trafîka dîplomatîk a giran de, Araqçî roja Duşemê li New Yorkê bi Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossi re jî hevdîtin pêk anî.

Di destpêka vê mehê de, saziya çavdêriya nukleerî ya Neteweyên Yekbûyî û Îranê bi navbeynkariya Misrê peymanek îmze kirin ku rê li ber ji nû ve destpêkirina hevkariyê vekir.

Lê belê ev peyman hîn bi temamî nehatiye cîbicîkirin.

Previous Post

Trump: Divê endamên Nato’yê balafirên Rûsî yên ku ketine qada wan a hewayî bixin xwarê

Next Post

Li Sûdanê êrîşa li sûkê: Herî kêm 15 kes mirin

Weşana girêdayî

Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed bi wezîrê derve yê Rransayê re civiyan
CÎHAN

Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed bi wezîrê derve yê Rransayê re civiyan

Ukrayna bi 1000 dron û 4 mûşek êriş kir: Rûsya di hişyarî de ye
CÎHAN

Ukrayna bi 1000 dron û 4 mûşek êriş kir: Rûsya di hişyarî de ye

Aloziya Emerîka û Îranê ber bi çareseriyê ve diçe?
CÎHAN

DYA û Îranê lihevkirina bidawîkirina şer îmze kirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye