Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku şervanekî wan di dema li Rojhilatê Helebê bersiv dida êrişên DAIŞ’ê şehîd bûye.
QSD bi daxuyeniyekê eşkera kir ku şevanê wan Umer El Mûsa di şerê li dijî DAIŞ`ê de roja 22`yê Îlonê li rojhilatê Helebê şehîd bûye.
QSD`ê sersaxî ji malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan re xwest û soza tolhildana şehîdan da.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê, nasnameya şehîd wiha ye:

Navê Kod: Omer El Mûsa
Nav û Paşnav: Omer Mihemed El Mûsa
Navê Dayikê: Zehiya
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Tebqa – Xezale
Cih û Dîroka Şehadetê: Meskena, 22 Îlon 2025.



