Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Dirbêsiyê xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Ciwanan daxwaza mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, îro xwepêşandanek li dar xist û daxwaza mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan kir. Bi sedan ciwan, şêniyên bajêr û endamên saziyên sivîl tev li xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Çerxerêya Gardeniyê veguherî mîtîngê. Çalakvanan dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” qîr kirin. Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên “Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye” hilgirtin.
Li Çerxerêya Gardeniyê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Dirbêsiyê Zekeriya El Hiso, derb arê têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê de axivî.
El Hiso wiha dewam kir: “Tevî derbasbûna 26 salan, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Rêbertî berxwedaneke mezin nîşan dide û Îmralî veguheriye çiraya aştiyê ji bo tevahiya cîhanê.”
El Hiso bang li gel û ciwanan kir ku derkevin qadan û têkoşînê bidomînin heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.
Xwepêşandan bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.



