Siwêda û gundewarê wê kirîzeke mezin a nan dikişînin, bi taybetî ji ber ku ard xilas dibe û piraniya firneyên wê deriyên xwe digirin.
Piraniya firneyên giştî li Siwêda û gundewarê wê, îro ji ber kêmbûna ard û nebûna pêdiviyên nû bi tevahî hatin rawestandin.
Ev yek jî zehmetiyên welatiyan ên ji bo dabînkirina nan girantir dike.
Li gorî ajansa ANHA, firneyên bajarên Siwêda, Şehba û Selxed, îro qet nan belav nekirin, ji ber ku xelk bi komî li ser dorê disekinin û giliyên li ser kêmbûna nan zêde dibin.
Li gorî welatiyan, piştî bûyerên dawî hikûmeta veguhêz a Sûriyê genim ji ser herêmê qut kiriye, ji ber wê ev kirîz her diçe mezin dibe, nemaze ku herêma siwêda ji hema Tîrmehê de, di nava dorpêçê de ye
Çalakvan jî hişyariyê didin ku eger daxwazên ji bo dabînkirina zêde û birêkûpêk, zû neyên dabînkirin, dê bandorên cidî li ser ewlehiya xwarinê li Swêdayê çêbibin.



