Artêşa Îsraîlê ragihand ku dronek ji Yemenê hatiye avêtin li bajarê Eilatê ketiye û di encamê de 5 kes birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihand ku dronek ji Yemenê hatiye avêtin li bajarê Eilatê ketiye xwarê û di encamê de 5 kes birîndar bûne. Li gorî hemşîreyan rewşa duyan giran e.
Artêşê diyar kir ku wan hewl daye dronê bê bandor bikin, tîmên lêgerînê hîna li herêmê dixebitin.
Xizmeta destwerdana lezgîn “Stêrka Sor a Dawûd” ragihand ku tîmên wê 5 birîndar derman kirine, rewşa 2 ji wan giran e.
Tora El Erebiye jî bi bîr xist ku hejmara birîndaran gihaştiye 19 kesan.



