Nûner û endamên sê partiyên Başûrê Kurdistanê serdana Wargeha Mexmûrê kirin.
Nûneran serdana malbatên kesên di êrîşa DAIŞ’ê de birîndar bûne jî kir.
Şande ji endam û nûnerên ji Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan, Hizba Şue ya Kurdistan, Hizba Bizotnewey Demokratîk a Gelê Kurdistan û endamên KNK’ê pêk dihat.
Şande li Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê Hevserokên Meclîsa Gel, Hevserokên Meclîsa Îştar û Komîteya Têkiliyên Derve a Wargehê ve hatin pêşwazîkirin.
Endamên şandeyê êrîşa li ser wargehê şermezar kirin û diyar kirin ew hatine rewşa li wargehê bibînin û serdana birîndaran bikin.
Endamên şandeyê êrîşa çeteyan a li ser wargeha Mexmûrê şermezar kirin û giringiya yekîtiya netewî destnîşan kirin û gotin:
“Bi yekîtiyê dikare li pêşiya hemû êrîşan were girtin.”
Di serdanê de hat destnîşankirin ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistan neyê lîstoka dewleta Tirk û banga rakirina ambargoya li ser Mexmûrê hat kirin.
Şêniyên Wargehê jî spasiyas şandeyê kirin.