Li ser rêya Qamişlo-Amûdê qezaya trafîkê çêbû, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn. Ev qezaya sêyemîn e ku di 24 saetan de li herêmê pêk tê.
Li ser rêya Qamişlo-Amûdê du erebe li hev qelibîn, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên Amûdê û Qamişlo û tîmên Trafîkê ji bo lêkolînê û vekirina rê demildest ketin nava tevgerê.
Duh jî li taxa Siyahî ya Qamişloyê qezayek çêbûbû, her wiha li ser rêya Reqa û Hesekê jî qezayeke din çêbûbû, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 20 kes birîndar bûbûn.



