Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku şervanên wan li Dêra Zorê, êrişeke terorane ya DAIŞ’ê têk bir û di encamê de 5 şervanên wan şehîd bûn.
QSD’ê eşkere kir ku vê sibehê şervanên wan êrişeke terorane ya DAIŞ’ê ya li dijî navenda wan a li bajaroka Behra Wista ya Rojhilatê Dêra Zorê têk bir.
QSD: Di bersivdanê de 5 şervanên me şehîd bûn
QSD’ê ragihand ku di encama şer û bersivanê de, 5 şervanên wan şehîd bûn û yek jî birîndar bû.
QSD’ê piştrast kir ku dê xwîna hevalên wan li erdê nemîne û bi xurtî li beramber komên terorîst bisekinin.
Her wekî destnîşan kir ku ew soz didin dê tola hevalên xwe rakin û kesên sûcdar bi rengekî qanûnî darizînin.
Hêzên Sûriya Demokratîk bang li gelê herêmê kir ku hevkariyê bi hêzên ewlekariyê re bikin û agahiyan derheqê tevgerên bi vî rengî parve bikin.



