Li bajarê Dirêbsiyê konferansa komînan bi dirûşma “Komîn bingeha aştiyê û civaka demokratîk e” hate lidarxistin. Di konferansê de teqezî bi çalakkirina rola komînan, xurtkirina sazûmaniya wê li gorî felsefeya netewa demokratîk û civaka demokratîk hate kirin.
Meclisa bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bi dirûşma “Komîn bingeha avakirina aştiyê û civaka demokratîk e” konferansa komînan li dar xist. Hevserokên komînên bajêr û bajarokan, nûnerên saziyên civaka sivîl, partî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li konferansê bûn.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rola komînan de di avakirina civaka demokratîk de û benda komînan a di Hevpeymana Civakî de hatin xwendin.
Endamê Desteya Serokatiyê ya PYD`ê Aldar Xelîl siyasetên hegemonya kapîtalîst nirxandin û destnîşan kirin ku guhertinên li Sûriye û Tirkiyeyê dibin di çarçoveya rêkeftinên herêmî de ji bo sepandina projeyên netewperest wekî projeya Îsraîlê de ne.
Xelîl qebûlkirina bangewaziya Rêber Abdullah Ocalan a der barê aştiyê de, ji bo parastina aramiyê li Tirkiye û herêmê gaveke bingehîn e. Xelîl diyar kir ku pêvajoya aştiya demokratîk, dikare rê li pêşiya çareseriyên bingehîn ji bo pirsgirêka Kurd û xurtkirina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de, veke.
Xelîl îşaret bi lihevkirinên siyasî li Sûriyeyê kir û got ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dev ji avakirina Sûriyeya hevgirtî bernade ruxmî ku Hikumeta Veguhêz hewl dide Bakur û Rojhilat Sûriyeyê têvede parçebûnê.
Xelîl wiha domand: “Ji nû ve avakirina saziyan û komînan, gaveke girîng e ji bo avakirina binesaziyeke qewîm a civaka demokratîk.”
Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê pêwîstiya ji nû ve birêxistinkirina komînan û çalakirina rola wê li gorî felsefeya netewa demokratîk de parve kirin.
Ji xalên herî girîng ên encamnameya konferansê; meşandina kar û xebatên komînan li gorî Hevpeyana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, divê karmendên saziyên Rêveberiya Xweser tevda endamên komînan bin, divê rojek ji komînan re bê diyarkirin, divê komîteyên komînan ji nû ve bên avakirin û çalakirin.



