Ev demek e hêzên hikûmeta veguhêz li dorhêla taxên kurdî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê tevliheviyê derdixin.
Herî dawî li dijî nuqteyên Hêzên Ewlehiyê êrişek pêk anîn.
Li gorî jêderên taybet ji Helebê, ‘Firqeya 60’î” ya hikûmeta veguhêz li pişt van êriş û tevliheviyan e.
Jêder dibêjin ku êrişkar girêdayî komên bêserûber ên Wezareta Parastinê ya hikumeta Veguhêz in.
Di vê nûçeyê de em hûrgiliyan derbarê Firqeya 60’î de bi we re parve dikin.
Beriya vê bi demekê li dijî nuqteyên ewlehiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êriş pêk hatin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan da, di encamê de 2 êrişkar birîndar bibûn û yek jî hatibû kuştin.
Çavkaniyên xwecihî: Êriş ji aliyê firqeya 60’î ve pêk hat
Piştre hat diyarkirin ku êrişkarê hatibû kuştin Mihemed Omer Qasim e.
Mihemed Omer Endamê “Firqeya 60’î” ya girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyê ye.
Vê yekê jî pirsên têkildarî komên li bajêr belav bûne û kî wan kontrol dike, derxistin pêş.
Ji bo bersiva van pirsan bê dayîn ,Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 22’yê Îlona 2025’an daxuyaniyek da.
Piştî 3 rojan ji êrişên leşkerî, komên çekdar ên girêdayî Hikumetê ragihadibû ku bajarê Helebê tevahî , kontrol kiriye.
Tevî îlankirina kontrolkirina Helebê, lê rewşa meydanî rewşa aloz derxist xuya kir, bi taybet li taxên rojhilat.
Çavkaniyên pêbawer: 4 firqeyên leşkerî yên hikûmeta veguhêz li Helebê hene
Di 28’ê Kanûna 2024’an de hikumeta veguhêz ji nû ve sazûmankirina Wezareta Parastinê ragihand.
Murhef Ebû Qesra ji bo wezîrê parastinê, Elî Nûredîn El Neisan bi rutbeya lîwa ji bo serfermandariyê,hatin tayînkirin.
Di vê sazûmaniyê de, “20 firqeyên leşkerî” hatin avakirin .
Li tevahî herêmên Sûriyê yên di bin kontrola Hikumeta Veguhêz de hatin parvekirin, ji wan 4 kom li Helebê hatin bicihkirin.
Di nav wan 4 koman de komên çete mîna “Hemzat, Emşat” yên girêdayî dewleta Tirk hene.
Firqeya 60’î Li parêzgeha Helebê bi cî dibe, serkirdeyê wê Salih Emorî yê bi “Ebû Nafî” tê naskirin.
Ji bajarê Ezazê ye, destên wî di gendelî, dizî û bazirganiya nerewa de heye.
Li gorî raporên xwecihî, wî milkên giştî kirine milkên xwe yên taybet, tora fihûşê û firotina hişbirê ava kiriye.
Li Efrîna dagirkirî li dijî sivîlan gelek sûc kirine.
Vê firqeyê di vê dawiyê de êrişî nuqteyeke ewlehiyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiriye.
Serkirdeyê Firqeya 76 Seyfedîn Polat e ku bi navê “Ebû Bekir” tê nasîn.
Serbazekî berê yê îstîxbarata Sûriyê bû, di 2012’an veqetî û dûre tevlî çeteyên “Hemzat” bû.
“Ebû Bekir” tevlî êrişên dewleta Tirk ên dijî axa Sûriyê, weke operasyona “Mertala Firatê”, “Çiqila Zeytûnê” bû.
Ji ber wê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ew di Tebaxa 2023’yan de xiste lîsteya cezayan.
Serkirdeyê firqeya 80’î Xalid El Omer e ku bi navê “Ebû El Yeman” tê nasîn.
Ew serbazekî berê yê rejîma Baas’ê bû.
ji 2012’yan ve tevlî teşkîlatên îslama radîkal bû.
Ew bi sûcên koçberkirin û revandinê li herêmên dagirkirî hatiye tawanbarkirin.
Û berpirsê dîlgirtina şervana YPJ’ê Çîçek Kobanî di 2019’an de bû.
Serkirdeyê Firqeya 72’an bi fermî nehatiye îlankirin, lê Dogan Silêman ji bo yek tûgayên firqeyê hat tayînkirin.
Silêman bi beşdarbûna di kiryarên firotina çekan ji çeteyên DAIŞ’ê re, Pêkanîna sûcên revandin, qetilkirin, şandina çeteyan bo Lîbya û Nîjerê bi fermanên dewleta Tirk hate tawanbarkirin.



