Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk DBP’ê Keskîn Bayindir li ser biryara binpêkirina ‘mafe hêviyê’ ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo axivî.
Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ‘mafê hêviyê’ bingeha jiyaneke li gorî hiqûqê û rûmetê ye û got:
“Xwestina azadiya Birêz Ocalan tê wateya parastina paşeroja hevpar a me hemûyan.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derbarê “Mafê Hêviyê” 15-17’ê Îlonê civînek li da xist.
Komîteya Wezîran careke din dem da Tirkiyê û jê xwest ku heta Hezîrana 2026’an sererastkirinên qanûnî bike.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li ser mijarê axivî.
“Birêz Ocalan yek ji aktorên sereke yên pêvajoya aştiyê ye”
Keskîn Bayindir anî ziman ku ev mesele ne tenê meseleyeke li girtîgehan an jî binpêkirina mafekî şexsî ye û got:
“Pêwendiya vê yekê yekser bi demokratîkbûna li Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd heye.
Birêz Ocalan yek ji aktorên sereke yên pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk e.
Komîte li hemberî van binpêkirinan pêkanîneke bi bandor ferz nekiriye.
Ev yek jî radixe pêş çavan ku saziyên navneteweyî di oxira berjewendiyên siyasî de pîvanên mafên mirovan didin aliyekî.
Ji bo pêvajoya çareseriyê mayinde bibe, mercê herî bingehîn azadiya Birêz Abdullah Ocalan e.”
“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gaveke şênber neavêjin”
Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ‘mafê hêviyê’ bingeha jiyaneke li gorî hiqûqê û rûmetê ye û wiha dewam kir:
“Saziyên weke Konseya Ewropa, CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li pêşberî van binpêkirinên giran ên mafên mirovan gaveke şênber neavêjin.
Ev helwest baweriya bi hêza rejîma mafên mirovan a navneteweyî jî lawaz dike.
Di van şert û mercan de ya diyarker îradeya hevpar a hêzên civakî û muxalefeta demokratîk e.
Têkoşîna li hemberî tecrîdê, ragirtina kêfî û polîtîkayên xemsariyê yên li hemberî girtiyên nexweş ku jinûve bi dest bixe.
Ev têkoşîn divê weke berpirsyariyeke exlaqî û siyasî jî bê dîtin.”
“Nêzîkatiya Birêz Ocalan modela herî rasteqîn a çareseriyê ye”
Di dawiyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ev tişt got::
“Nêzîkatiya Birêz Ocalan a bi salan îro hîn jî li Rojhilata Navîn û Tirkiyê modela herî rasteqîn a çareseriyê ye.
Bêdengkirina wî tê wateya girtina rêyên diyalog û jiyana bi hev re.
Her ku fikrê wî tê tecrîdkirin, siyaeta şer hîn serwer dibe.
Xwestina azadiya Birêz Ocalan tê wateya parastina paşeroja hevpar a me hemûyan.
Em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku li ser xeteke têkoşînê ya hîn rêxistinî bibin yek. “



