Siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala nenavendiyê wek çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyê nirxandin.
Siyasetmedaran diyar kir ku pergala nenavendî bingehên jiyana hevbeş û mafên hemû pêkhateyan diparêze.
Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê pêşeroja Sûriyê de nirxandin kirin.
Siyasetmedaran di nixandinên xwe de pergala nenavendiyê wek çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyê anîn ziman.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku têkoşîna pêkhateyên Sûriyê ji bo avakirina komareke demokratîk li Sûriyê ye ku pêdiviyeke nîştimanî ye.
Xerîb Hiso: Pêdivî bi guhertinên dîrokî heye
Xerîb Hiso mezinkirina têkoşîna siyasî ya demokratîk ji bo bidawîkirina êşên Sûriyê, ku di serdema Baasê de girantir bû vegot û got:
“Şert û mercên heyî rewşa Sûriyê girêktir dikin.
Lewre pêdivî bi guhertinên dîrokî heye ku Sûriyê ber bi avakirina komareke demokratîk ve bibe.
Pergalên navendî li Rojhilata Navîn îradeya gel paşguh kiriye û bûye sedema aloziyên kûr.
Ji ber vê yekê refleksa gelên herêmê li dijî navendîbûnê xwezayî ye.”
Xerîb Hiso: Nenavendîtî alternatîfeke demokratîk e
Xerîb Hiso di nava axaftina xwe de sîstema nenavendiyê weke alternatîfek demokratîk anî ziman û wiha dewam kir:
“Nenavendî mafan misoger dike.
Maf dide gelan ku şêwazê desthilatê û mekanîzmeya pêkanîna wê bi awayekî azad û bêyî destwerdanên derve diyar bike.
Pêkanîna vê pergalê li Sûriyê dê mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike.”
“Destwerdanên herêmî bandoreke neyinî li Sûriyê dike”
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Beyrem jî anî ziman ku destwerdanên herêmî û navneteweyî bandoreke neyinî li Sûriyê kiriye û got:
“Her aliyek hewl dide li gorî berjewendiyên xwe beşeke teng ji pergala navendî ferz bike, ev jî li dijî daxwazên sûriyan e.”
Beyrem destnîşan kir ku Sûriye bi pir-rengiya pêkhateyên gelê xwe pergaleke nenavendî hewce dike ku mafên tevahî pêkhateyan bi cih bîne û Sûriyê vegerîne rola wê ya dîrokî.



