Artêşa Îsraîlê doh li bajarê Sana ya Yemenê êrişa hewayî pêk anî.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê hejmara miriyan derketiye 9 kesan.
Di êrîşan de navendek binçavkirinê, santraleke elektrîkê û hin deverên niştecîbûnê hatin hedef girtin.
Li bajêr wêranîyeke mezin çêbû, televîzyona El-Massirah a nêzî Hûsiyan wêneyên ku avahî bi giranî zirar dîtine, weşandin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê hejmara miriyan derket 9 kesan û 174 kes birîndar bûn.
Rayedarên Husi ragihandin ku hê jî di bin kavilan de kesên wendayî tên lêgerîn.
Artêşa Îsraîlê jî daxuyand ku di êrîşan de “bi dehan endamên Husi hatine kuştin, depoyên çek û dronan hatine rûxandin”.
Hate ragihandin ku wê operasyon bidomin.
Ev pêşveçûn, piştî êrîşa Husiyan a roja berê bi balafireke bê mirov li ser bajarê Eilatê yê Îsraîlê ku tê de 22 kes birîndar bûn, pêk hat.
Husiyan ragihandin ku wan Caffayê bi mûşekeke hîpersonîk a bi navê “Filistîn 2” kir armanc, lê hate ragihandin ku mûşek ji hêla parastina hewayî ya Îsraîlê ve hatîye rûxandin.



