Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Tiriyê hatiye avakirin, ji 5’ê Tebaxê ve xebatên xwe didomîne.
Tevî ku Rêber Apo pêşengê vê pêvojê ye û tevî bangên ku tên kirîn jî komîyonê heta niha li Rêber Apo guhdarî nekiriye.
Îro Serokê Meclisa Tirkiyê dibêje, hevdîtina bi Rêber Apo re di rojeva komîsyonê de tune ye.
Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş diyar kir ku pêvajoyeke hesas didome û divê ew bi lez bikin da ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi encam bibe.
Nûman Kûrtûlmûş: Divê rûmeta Kurdan û Tirkan li ber çavan bê girtin
Kûrtûlmûş da zanîn dema ew xebatê dimeşînin divê maf û rûmeta Kurdan û hesasiyet û rûmeta Tirkan li ber çavan were girtin.
Nûman Kûrtûlmûş: Hevdîtina bi Ocalan re hê di rojeva komîsyonê de tune ye
Serokê Meclisa Tirkiyê destnîşan kir hê jî hevdîtina bi Rêber Apo re di rojeva komîsyonê de tune û got, “Ger bikeve rojevê wê komîsyon biryarê bide.”
Nûman Kûrtûlmûş: Di demeke kurt de wê qanûnên pêwendîdar bên derxistin
Her wiha diyar kir komîsyon wê derbarê pêdiviyên pêvajoyê û gavên ku bên avêtin de raporekî pêşkêşî meclisê bike, di demeke kurt de wê qanûnên pêwendîdar bên derxistin.
Nûman Kûrtûlmûş: Pêwîstî bi destûreke bingehîn ya nû heye
Derbarê xebatên destûreke bingehîn ya nû de jî Kûrtûlmûş dibêje Tirkiyê êdî bi destûra heyî nikare were birêvebirin û divê dest bi pêvajoyeke avakirina destûreke nû bê kirin.



