Îro li navenda Neteweyên Yekbûyî ya New Yorkê, bi daxwaza Hikûmeta Iraqê, konferansekî taybet ji Kampa Holê tê lidarxistin.
Hikûmeta Iraqê daxwaz dike ku hemû welat welatiyên xwe ji kampê derxînin û dosya wê bi temamî were girtin.
Bi beşdariya nûnerên 180 welatan, 25 rêxistinên NY, 11 rêxistinên navneteweyî û 8 rêxistinên civaka sivîlkonferans bi rê ve diçe.
Îraq: Zêdetirî 10 hezar malbatên DAIŞî li hampê hene
Serokê Iraqê Abduletîf Reşîd hişyarî da ku bêtirî 10 hezar terorîst ên ji welatên cuda di hindirê Kampa Holê de hene.
NY: Derenghiştina hilweşandina kampê bandorê li ser herêmê û cîhanê dike
NY jî li Konferansê diyar kir ku divê krîza kampa El Holê dewam neke û ji bo hilweşandina wê piştgirî were kirin.
Bi gotina Neteweyên Yekbûyî, derenghiştina hilweşandina kampê, bandorê li ser herêm û cîhanê dike.
Her wekî diyar kir ku pêwîst e hemû hemwelatiyên li Kampê ji bo welatên wan werin şandin.
Tevî Kampa Holê di bin parastina Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser de ye, lê li gor agahiyan, tu vexwendname ji wan nehatiye û beşdarî vê konferansê nebûne.



