Ji bo peydakirina derfetên kar û fêrkirina bêpere ji bo jinên dixwazin dirûtinê bizanin, li bajarê Holê jinan kargeheke dirûtinê vekir û berhemên xwe dadixin sûkên bajêr.
3 jinên ji bajarê Holê yê Hesekê yê kantona Cizîrê bi derfetên xwe kargeha “Tesnîm” a dirûtinê vekir.
Di kargehê de 3 dirûnkar û 3 makîneyên dirûtinê hene.
Di kargehê de cilên mêran, jinan û yên zarokan tên dirûtin, cawên li ser nivîn û kursiyên malan jî tên çêkirin.
Kargeha “Tesnîm” li ser bingeha girîngîdayîna piştgiriya projeyên jinan û xurtkirina wan hat vekirin.
Armanc ji vê xebatê jîngeheke guncaw ji bo pêşxistina jêhatîbûn û pisporiyan bê peydakirin û jin di aliyê madî de ku pişta xwe bidin xwe, werin xurtkirin.
Ev jî rola çalak a jinan di piştgiriya aborî û civakê de nîşan dide.



