Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El Ebid dema erka xwe bi cih dinaî, li Reqayê şehîd bû.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şehadeta endamekî xwe ragihand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El Ebid duh (În 26 Îlon) li bajarokê Hezîma yê kantona Reqayê dema li nuqteyeke ewlehiyê nobedariyê şevê pêk dinaî, ji cihekî bilind ket û şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev bûyer asta berpirsyarî û xetereyên ku hêzên ewlekariya hundirîn ji bo parastina şêniyan girtine ser xwe destnîşan dike.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em hevreyekê xwe yê dilsoz oxir dikin. Em soz didin gelê xwe û giyanên şehîdên xwe yên leheng ku em ê erkên xwe yên pîroz bidomînin, ta pêkanîna jiyaneke ewle û bi rûmet ji bo gelê xwe ewlehî û istiqrara herêmên xwe biparêzin.”
Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:
Nav û Paşnav: Hisên El Ebd
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Xelef
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Mi’dan, 1982
Dîroka Tevlîbûnê: 2’ê Çileya 2018’an
Dîroka Şehadetê: Înî, 26’ê Îlona 2025’an.



