Meclisa Rûspiyan a bajarê Hesekê bi merasîmekê navenda xwe vekir.
Meclisa Rûspiyan bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê îro bi merasîmekê navenda xwe li kolana Mehetayê vekir. Rûspiyên Kurd û Ereb ên bajêr, hejmarek siyasetmendar û rewşenbîr ên ji pêkhateyên bajar, beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin. Îşaret bi rola meclisê di xurtkirina rihê xwişk û biratiyê di navbera pêkhateyên herêmê de, her wiha rola wan di bihêzkirina diyalogên navxweyî û pêşxistina aştiya navxweyî de hat kirin.
Beşdaran piştgiriya xwe bi meclisê re anî ziman û destnîşan kir ku ev navend dê bibe destpêka lidarxistina çalakî û hevdîtinên zêdetir ku xizmeta tevahiya bajar bike.



