Ji ber reklama bi Kurdî li ser formaya xwe danîbûn ceza li Amed Sporê hate birîn.
Rêveberiya Amed Sporê û DEM Partî nerazîbûn nîşan dan.
Rêveberiya Amed Sporê diyar kir ew ê vê mijarê bibin dadgehê. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî xwestin tavilê ev bîryar were betal kirin.
Federasyona Futbolê ya Tirkiyê ji ber reklama bi Kurdî ya li ser forma Amed Sporê ku berê erê kiribû 110 hezar cezayê lîreyê Tirk birî.
Di dîroka futbolê ya Tirkiyê de Amed Spor tîma yekem bû ku li ser forma xwe dirûşmeke bi Kurdî “Koma me bona we” nivîsandibû.
Rêveberiya Amedê ev kiryar weke bê tehemuliya li zimanê Kurdî bi nav kir û diyar kir ew ê vê mijarê bibin dadgehê.
Rêveberiya Amedsporê vê yekê wekî “bêtamûlî” bi nav kir û got ku ew ê serî li darazê bidin.
DEM PARTÎ: DIVÊ BÎRYAR BÊ BETALKIRIN Û LÊBORÎN BÊ XWESTIN
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tûlay Hatimogullari jî derbarê mijarê de daxuyanî dan û nerazîbûn nîşanda.
Hevserokan diyarkirin ev yek bê hurmetiya li dijî zimanê bi mîlyonan Kurdan e û li dijî rêgezên demokratîk û aştiya civakî ye.
Bang li Federasyonê hate kirin ku tavilê vê bîryarê betal bike û lêborînê bixwaze.



