Bernameya Xwarinê ya Cîhanê 200 ton ard şandin parêzgeha Siwêdayê.
Piştî qutbûna ard û derketina aloziya nan, Bernameya Xurekê ya Cîhanê WFP vê sibe karwanek ku 200 ton ard ber bi Siwêdayê ve bi rê kir.
Xelkê Siwêda ragihandin ku karwanekî bi ard barkirî ji Şamê ber bi Siwêdayê ve hat.
Ji ber qutbûna ard, 4 roj e li gundewarên Siwêdayê piraniya firinên giştî sekinîne û hin firinên din bi awayekî demkî dixebitin.
Xelkê Siwêdayê diyar kirin ku li bajarê Siwêda, Şehba û Selxedê, hin firinên taybet jî qet nan belav nekirine.



