Li eyaleta Tamil Nadu ya başûrê Hindistanê, li bajarê Karur, di mîtîngê de qelebalixek çêbû û li gorî agahiyên destpêkê 31 kes mirin, 58 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Asyayê, li Karurê, di mîtînga Partiya TVK de qelebalixek çêbû.
Di qelebalixê de, li gorî agahiyên destpêkê, 31 kesan jiyana xwe ji dest da, 58 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî X’ê ye, wiha got:
“Bûyera xemgîn a ku di mîtîngeke siyasî de li bajarê Karur ê Tamil Nadu çêbû, ez pir xemgîn kirim.
Ez êşa malbatên ku hezkiriyên xwe winda kirine parve dikim.
Di vê demê dijwar de ez ji wan re hêzê dixwazim. Ji hemû birîndaran re jî şîfayeke lezgîn dixwazim.”



