Duh li Dêra Zorê şaneyeke DAIŞ’ê êrişî erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê got ku wan bersiva êrişê da û çeteyekî êrişkar birîndar kir.
Duh , roja Şemiyê, piştî nîvro li bajarokê Mihêmêdê yê Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ’ê bi motorsilkletê êrişî erebeyeke hêzên ewlekariya Hundirîn kirin.
Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku piştî pevçûneke kurt, êrîşkar tespît kirin, şopandin û girtin.
Her wiha yek ji wan birîndar kir.
Li aliyê din di nav hêzên me de ti qurbanî çênebûn.
Motosîkil û hejmareke çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Hêzên Ewlekariyê di berdewamiya daxuyaniyê de got ku ew ê mikurhatinên her du çeteyên girtî piştî lêpirsîn biqedin bi raya giştî re parve bikin û wiha bi dawî kir:
Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hewldanên xwe yên berdewam ji bo şerê li dijî terorê û parastina gelê xwe piştrast dikin.
Em soz didin ku bêyî dudilî li veşartgehên şaneyên terorîst bixin, û em bang li welatiyan dikin ku hevkariyê bikin û her tevgerên gumanbar ragihînin.



