Di 20’ê Îlonê de li ser asta Sûriyê konferanseke jinan li Hesekê hatinû lidarxistin û biryara wê jî têkoşîna ji bo Sûriyeke nenavendî û pirreng bû.
Jin dê pêngavekê ji bo nenavendîbûna Sûriyê bidin destpêkirin û niha komîteya amadekar a vê pêngavê ava dikin.
Hinek biryarên di encama konferansê de derketibûn wiha ne:
“Pêkanîna konferanseke jinan a neteweyî, di konferansê de jinên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê li dora vîzyoneke hevpar bicivin û mafên wan ên destûrî yên li ser bingeha edalet û azadiyê bên mîsogerkirin.
Jin ji sedî 50 beşdarî siyasetê bibin.
Ji bo parastina jinan piştgiriyê bidin YPJ’ê û bi sazî û dezgehên jinan, tevgerên navneteweyî yên jinan re têkiliyê deynin.”
Rêvebera komîteyê Ronahî Hesen bal kişand ser girîngiya lidarxistina konferansê û got:
“Hikumeta veguhêz guhertinan di nava Sûriyeyê de çêdike.
Jinan ji van guhertinan dûr dixe, rengekî demokratîk di van guherînan de tune ye.”



