Şaredariya Gel a bajarê Hesekê amedekariyan dike ku dest bi projeyeke bajarê sînayî bike.
Di projeyê de 3 hezar û 500 dikan hene.
Şaredariya Gel a bajarê Hesekê bi vê yekê armanc dike qerebalixa di nava bajar de kêm bike.
Ev proje di çarçoveya bersivdana Şaredariya Gel a guhertina cihên dikan û werşeyên sînayî ya derveyî bajar de pêk hatiye.
Proje 6 kîlometre dûrî bajarê Hesekê ye.
Firehiya herêmê 110 donim e. Li ser vê herêmê wê 3 hezar û 500 dikan werin çêkirin.
Lêçûna projeyê 78 milyon dolarê amerîkî ye.
Der barê projeyê de hevşaredarê Hesekê Macid Îsmaîl diyar kir ku proje wê hemû werşeyên pîşeyî li cihekî kom bike û got:
Dê dikan bi mezinbûn û firehiyên cuda werin amadekirin.
Qonaxa yekem dê di navbera 1-3 salan de pêk were. Di vê demê de dê nêzî hezar û 500 dikan werin lêkirin.
Lêkirina dikanan dê bi awayekî koordînekirî di navbera Şaredariya Gel û xwediyên werşeyan de çêbe.
Macid Îsmaîl li ser helwesta xwediyên werşe û karmendên sînayî da zanîn ku ew ji demeke dirêj ve amade ne û dixwazin dikanên xwe veguhêzin bajar û got:
Beşeke mezin ji wan erd kiriye. Sicîliên wan ên fermî jî hene. Binesaziya wê bi rêjeya ji sedî 70 hazir e.



