Ukraynayê ragihand ku di êrişên Rûsyayê de herî kêm 9 kes li deverên cuda birîndar bûn.
Her wiha ji bo parastina qada hewayî û selametiya welatiyan Polonyayê balafirên xwe rakirin.
Di encama êrişên Rûsyayê yên bimûşek û balafirên bêmirov de herî kêm 9 kesên Ukraynayî birîndar bûn.
Li kêlek wê jî Polonyayê balafirên xwe rakirin û ji bo parastina qada xwe ya hewayê rewşa amadebeşiya leşkerî bilind kir.
Şaredarê Keîvê Vitali Klitschko destnîşan kir ku paytexta Keîvê rastî êrişeke “mezin” hat û bang li şêniyan kir ku xwe di veşartgehan de biparêzin.
Klischko got ku ji ber êrişan 5 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li herêma Zaporizhia jî herî kêm 4 kes birîndar bûn.
Der barê heman mijarê de hêzên çekdar ên Polonyayê ragihand ku wan balafirên xwe rakirin û pergalên xwe yên parastina hewayî xistine rewşa amadebeşiyê.
Hêzan diyar kir ku ev gavên “pêşîlêgirtinê” ji bo misogeriya parastina qada hewayî ya Polonyayê û selametiya şêniyan bi taybet li herêmên bi ser sînorê Ukraynayê ve, pêk tên.



