Li ser bingeha biryara ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye, ku her roja şemiyê ji hefteyê bibe roja xebatê li komînan, komînên bajarê Qamişloyê xebatên xwe didomînin.
Têkildarî mijarê, li gorî hevserokê komînê Serdar Tîlo, Komîna Şehîd Elî çalakiya xwe ya meydanî didomîne.
Komînê endamên xwe dabeşî koman kirin û ev kom serdana malbatên şehdaîn dikin, destpêşxeriyên paqjiyê bi rêxistin dikin, serjimariyê dikin, alîkarîkirina şêniyan di karên rojane de dikin û mazotê dikin.
Li Komîna Şehîd Reed jî, li gorî kesên xebatê bi rê ve dibin 2 kom hatine çêkirin; ya yekê serdana malbatan dikin û ya duyê jî kesên amade dibin û endamên destûran dixwazin qeyd dikin.
Li aliyekî din jî hevserokê Komîna Şehîd Rûken, Mihemed Elî diyar kir ku bi piştgiriya Mala Jinan û xelkê taxê dersên zimanê Kurdî ji bo tevahî beşên civakê tên dayîn.
Elî anî ziman ku ev gav şêniyan di aliyê xwendin û nivîsandinê de xurttir dike.
Li gorî plansaziya meydanî, her 2 komîn bûn yek û li navendekê dersên ziman dibînin.



