Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê kirîna tonê tovê genimê pakkirî ya bi kalîte, bi 350 dolarî diyar kir.
Komîteyê li ser hesabê xwe yê Facebookê eşkere kir ku dê tonê genimê pakkirî û bi kalîte bi 350 dolarî bifroşe cotkaran.
Ji bo ku cotkar bikarin tov bikirin, divê tedbîrên rêxistinî yên çandiniyê bi rêya yekîne û komîteyên çandiniyê yên li herêmên xwe, temam bikin.
Komîteya Çandiniyê di çarçoveya plansaziyeke giştî de, ji bo piştgiriya qada çandiniyê û xurtkirina ewlehiya xwarinê ya xwecih, ev gav avêt.
Her wekî dixwaze bi rêya tovên bikalîte, hilberandina genim û kalîteya wê pêş bixe.



