Li Efrînê,nûnerê dibistanekê li dijî zarokekî Efrînî tundî bi kar anî.
Têkildarî mijarê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye wiha got:
“Nûnerê dibistana El Itîhad El Erebî yê bi navê Cadullah, şîdet li zarokê Efrînî Ciwan Osman “12” bi kar aniye.
Ciwan di refa 6 a seretayî de ye. Dibistana navborî li paş stada taxa Efrîna Nû ya li bajarê Efrînê ye.”
Rêxistinê destnîşan kir ku nûner bi îdiyayên kêr li gel Ciwan dîtiye, tundî lê kiriyê.
Li gorî malbata zarok, nûner rasterast li rû û milê wî daye, piştre jî ew ji derenceyê avetiye.



