Têkildarî pêşeroja Sûriyê û parastina pêkhate û mezheban, Kongreya Îslama Demokratîk bi xelkê Dirbêsiyê re civiya.
Di civînê de teqezî bi xurtkrina diyalogê û nenavendîbûna Sûriyê hate kirin.
Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hate lidarxistin.
Şênî, endamên saziyên sivîl û meclisên xwecih, tevlî civînê bûn.
Di civînê de, siberoja Sûriyê, rêbazên pêşxistina lihevhatinê, jiyana hevbeş û pirrengiyê hat şîrove kirin.
Her wiha endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed El Izo axivî.
El Izo destnîşan kir ku kongre xwe dispêre, raman û felsefeya Rêber Apo û got:
“Bingeha ramanên Rêber Apo azadiya jinan, wekhevî, jiyana hevbeş û demokrasî ne, yên ku îslam jî banga wê dike.”
Endama Jinan a Hevgirtina El Beyt Xilûd El Îsa jî teqezî bi xurtkirina nirxên îslama nerm, belavkirina zanistê û parastina yekitiya neteweyê kir.
Di dawiya civînê de, beşdaran nerînên xwe anîn ziman û gotin:
“Divê têgeha Kongreya Îslama Demokratîk li seranserî Sûriyê belav bibe.”



