Li Misirê pirtûka bi navê “Nenavendîbûn û avakirina Siberoja Sûriyê, Rêveberiya Xweser model e” ya nivîskar û nûnerê MSD’ê li Misrê Leyla Musa bi şahiyekê hate îmzekirin.
Şahî, li pirtûxaneya Beled a li paytexta Misir Qahîreyê hate lidarxistin.
Rewşenbîr, lêkolîner, rojnamevan û siyasetmedar beşdarî şahiyê bûn.
Derbarê pirtûkê û sîstema nenavendîbûnê de, beşdaran nirxandin kirin.
Ji pirsporên ewlehiya neteweyî Lîwa Xalid Mitawi diyar kir ku Xwedîderketina li nenavendîbûnê, xwedîderketina îstiqrar û aramiya hundirîn ya her welatekî ye, li gel wê divê pergala siyasî ya zelal hebe.
Sekreterê giştî yê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Farabî Dr.Muxtar Xabaşî destnîşan kir ku “nenavendî nayê wateya jihevxistinê lê belê di sepandina îstiqrarê de xebatek sereke ye.



