Hiqûqnas Ewas Elî Xelîl yê ji rêxistinên mafê mirovan daxwaz kir ku li dijî sîstema tecrîda bi awayekî lezgîn tevbigerin.
Elî Xelîl, da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin, binpêkirina hemû zagonên navdewletî ye.
Elî Xelîl diyar kir ku bi salane dewleta Tirk Rêber Apo ji mafên wî yên herî biçûk mehrûm kiriye.
Ev bi xwe binpêkirina li dijî qanûna navdewletî ye.
Ewas da zanîn ku hin rêxistinên hiqûqî Rêber Apo wekî kesayeta siyasî ya nûnertiya hêviya gelê Kurd, pênase dikin.
Xelîl bibîr xist ku dadgehê despêkê derheqê Rêber Apo de cezayê bidarvekirinê birî bû û got:
“Di bin zexta navdewletî de ev ceza bi girtina heya heye hate guhertin.
Di qanûna navdewletî de tiştek navê wê girtîgeha heya heya ya bê veger tune ye.
Qanûnên dewleta Tirk bi xwe jî, wekî ‘mafê hêviyê’ mafê dide girtî derfetekê bibîne.
Rewşa wî ya qanûnî piştî çend salan di ber çavan re were derbaskirin.
Lê dewleta Tirk vê qanûnê jî derheqê Rêber Ahdullah Ocalan de paş guhkiriye.”


