Çekdaran li gundê Cedrîn ê Hemayê 4 karkerên elewî dema ji karê xwe vedigerîn, qetil kirin.M+B
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand:
4 karkerên elewî ji aliyê çekdarên rûpoş ve dema ji karê xwe vedigerîn, qetil kirin.
4 karkerên Elewî hatin qetilkirin
SOHR`ê da zanîn ku her 4 karker, di avahiyan de dixebitîn.
Piştî ku hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bendên xwe ji gundê navborî rakirin, çekdaran êriş kir.
Ji destpêka 2025`an û vir ve, di bûyerên heyfhilanînê û taîfî de, hezar û 51 kes hatine kuştin. Jê 21 zarok in.



