Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî biryara Konferansa Kampa Holê daxuyaniyek da û got:
“Biryara vegerandina çeteyên DAIŞ’ê ji welatên ku jê hatine cihê pêşwaziyî ye.”
Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener Kiêt li ser malpara Rêveberiya Xweser hate dayîn.
Fener Kiêt diyar kir ku avakirina komîteyek hevbeş, ji bo malabatên çeteyan ji kampa Roj û Holê derxînin cihê kêfxweşî û pêşwaziyî ye.
Kiêt bibîrxist ku Rêveberiya Xweser ji bo vê gavê her di nava kar û xebatê de bû û got:
“Girtina malbatên çeteyan di kampan de, fikarên me li ser pêşketina tundiyê zêde dikirin.
Ji ber ku nivşên nû li ser tundiyê dihatin perwerde kirin, ev yek jî ne tenê xeterî li ser herêmê bû, xeteriya li ser tevahî cîhanê ye.”
Di dawiyê Kiêt teqezî bi darezandina çeteyên DAIŞ’ê li gorî qanûnên navnetweyî kir û got:
“Ji bo avakirina dadgehan li herêmê, Rêveberiya Xweser amede ye.
Li gorî wê jî divê mafê qurbaniyan bê parastin.”



