Şandeya Jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevdîtinên xwe Ewropayê dewan dikin.
Şandeyê li Swîsreyê bi Jinên Suryanî re civiyan.
Şandeyê li bajarekî Swîsreyê bi jinên Suryan re li Mala Jiyanê ya Jinan hevdîtin kir.
Bi navê şandeyê Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer axixvî.
Emîne Omer li ser armanca serdana Ewropayê û hevdîtinên xwe agahî da.
Jinên Suryan: Divê modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî Sûriyê pêk bê
Her wiha Rêveberên Yekîtiya Jinên Suryanî jî diyar kirin ku ew parçeyek ji Sûriyê ne û li Ewropayê timî karê dîplomasiyê dimeşînin.
Jinên Suryanî dan zanîn ku şoreşa jinan ya Bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo her kesî şensekî girîng e.
Jinan xwest ku modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahiya Sûriyê pêk bê.



