Dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê wêran û talan dike.
Yek ji herêma ku xwezya wê hatiye qirkirin û talankirin jî çiyayê Gabarê yê li Şirnexê ye.
Dewleta Tirk qirkirina xwezayê li bajarê Şirnexê û navçeyên wê bê navber didomîne.
Qirkirina ekolojiyê ya li navenda Şirnexê û navçeyên wê her ku diçe zêdetir dibe. Li çiyayên Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê zêdetirî 5 sal in talaneke bênavber a xwezayê tê kirin.
Darên li herêmê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan bi hinceta “ewlehiyê” tên birîn.
Di heman demê de xebatên lêgerîna petrolê li Çiyayê Gabarê dane destpêkirin jî didomin.
Bi hinceta lêgerîna petrolê bi hezaran dar hatin birîn. Li cihê dar lê hatine birîn jî gelek bircên leşkerî hatin avakirin.
Ew talan û wêrankirina li Çiyayê Gabarê cara ewil ji hewa ve hate kişandin.



