HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayan ku di sala 2019’an li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir
HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên ku sala 2019’an şehîd bûne eşkere kir û ew bi rêzdarî bi bîr anîn.
HPG’ê diyar kir gerîlayên şehîd Vejîn, Fîlîz, Armanc, Bahoz, Simko û Têkoşer li dijî êrişên qirkirinê ji bo azadî û parastina hebûna gelê Kurd tevlî refên gerîla bûn û li ser têkoşîna wan wiha got,
“Li çiyayên Kurdistanê bi pêşketin, xurtbûn û pisporbûna di taktîkên gerîla de bûn milîtanên egîd.
Ji bo azadiya gelê me ked dan û hewl dan berpirsyariya dîrokî ya li ser milên xwe bi layiqî bi cih bînin. Li ser vê bingehê canê xwe fedayî doza azadiyê ya gelê me kirin û bi wêrekî têkoşiyan.
Hevrêyên me ku bûn milîtanên bijarte, bi helwest, pratîk û jiyana xwe têkoşîna ku divê ciwanên Kurd mînak jê bigirin danîn holê.
Milîtanên fedayî yên Apocî û zarokên egîd ên gelê Kurdistanê bi hiştina mîrateyeke mezin ya têkoşînê gihîştin şehadetê.”
HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan da.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Vejîn Zeryan
Nav û paşnav: Rojbîn Çakmak
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik û bav: Fethiye-Mûgdat
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2019’an/Avaşîn

Nasnav: Filîz Dersim
Nav û paşnav: Celîle Turk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Zekiye-Davût
Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2019’an/Zap

Nasnav: Armanc Nisêbîn
Nav û paşnav: Esra Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Meletî
Navê dayik û bav: Nuriye-Îbrahî
Dîrok û cihê şehadetê: 18’ê Tebaxa 2019’an/Zap

Nasnav: Bahoz Mawa
Nav û paşnav: Azîz Tûnç
Cihê jidayikbûnê: Manîsa
Navê dayik û bav: Hacîre-Saît
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Gulana 2019’an/Qendîl

Nasnav: Simko Serhildan
Nav û paşnav: Ferhat Tursun
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik û bav: Halîme-Îsmaîl
Dîrok û cihê şehadetê: 16’ê Tebaxa 2019’an/Avaşîn

Nasnav: Têkoşer Dorşîn
Nav û paşnav: Ridvan Çelenk
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Dilnaz-Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Tîrmeha 2019’an/Zap



